Îran: Piraniya binesaziya DYE'yê ya li Hewlêrê zerar dît
Berdevkê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku bi fuze û droneyan li binesaziya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Hewlêrê hate xistin û zerareke mezin gihîşt hêza leşkerî ya DYE'yê.
Berdevkê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku bi fuze û droneyan li binesaziya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Hewlêrê hate xistin û zerareke mezin gihîşt hêza leşkerî ya DYE'yê.
Berdevkê Muxafizên Şoreşê yên Îranê Mihemmed Ekremî Niya, derbarê êrişên wan ên ser binesaziyên Amerîkayê yên li sînorê Hewlêrê agahiyan ji medyayê re belav kir.
Mihemmed Ekremî Niya diyar kir ku bi êrişên drone û fuzeyan hema bêje hemû binesaziyên DYE'yê yên li Hewlêrê rûxandine, her wiha van êrişan zirarên mezin gihandine hêza leşkerî ya DYE ya li herêmê.
Her wiha destnîşan kir ku wan li welatên Kendavê jî zirarên cidî gihandine baregeh û navendên DYE û beşekî mezin ji hêza leşkerî ya wî welatî li herêmê bêbandorkirine.
Mihemed Ekremî Niya diyar kir ku ger şer dirêj bike, hêzên wan amade ne ku operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî berjewendiyên DYE yên li herêmê berdewam bikin.
Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, serdana paytexta Îran Tehranê kir û di serdana xwe de ji Mesûd Pizîşkiyan re got ku çarenûsa Iraqê bi çarenûsa Îranê ve girêdayî ye, her wiha di vê serdanê de berpirsên Îranê ji Elî Zeydî re ragihandine ku êrişên ser Herêma Kurdistanê dê berdewam bin.